Li Rojhilat 2 jinên din jî hatin binçavkirin

Hate diyarkirin ku li Rojhilatê Kurdistanê 2 jinên din jî bi awayekî kêfî hatine binçavkirin.

Li Îranê binçavkirinên kêfî didomin. Raporên mafên mirovan, nîşan didin ku tedbîrên ewlehiyê li herêmên cuda yên welat, li dijî welatiyan her ku diçe berfireh dibe.

Li gorî agahiyên hatine weşandin, hêzên îstixbaratê avêtin ser mala Şeyda Şêxî ya 25 salî ku li bajarê Seqiz dijî de girtin û bêyî biryarek binçavkirinê, ew girtin. Di dema lêgerîna li malê de dest danîn ser tiştên wê yên şexsî, telefon û kompîtera wê. Derbarê sedema binçavkirin, sûcên lê tê barkirin û li kuderê tê girtin de ti agahî nedan malbatê û hewldanên agahdarbûnê jî bê encam man.

Ferîde Ketabî ku Dayîka aktivîsta bi navê Sara Sediqî Hemedanî ye jî, hate binçavkirin û ev 11 rojin ti agahî jê nayê girtin.

Li gorî agahiyên ku hatine stendin, mafê hevdîtina bi parêzer re nedane Ferîdeh Ketabî, hevdîtin û têkiliya bi malbatê re hatiye astengkirin û ji xizmetên bingehîn ên tenduristiyê bêpar hatiye hiştin. Ev rewş fikarên cidî di derbarê tenduristiya wê de bi xwe re anî. Hate diyarkirin ku heta niha rayedaran têkildarî ku Ferîdeh Ketabî li kuderê tê ragirtin û şertên girtinê, ti daxuyanî parve nekirine.

Li gorî nirxandinên saziyên mafên mirovan ên li Îranê, paşguhkirina rewşa van herdu girtiyan û bêpar hiştina ji mafên bingehîn, tê wateya binpêkirinên cidî yên mafên girtiyan. Komîteya Berdana Girtiyên Siyasî ya Îranê, bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku jiyana girtiyan û parastina mafên wan di her şertan de divêtî ye. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku her nêzîkatiyên dij qanûnî, binpêkirina eşkere ya hiqûqa navneteweyî ye